Parêzgarê Duhokê duhî hevbesta serperştîkirinê li dirustkirina
firokxaneya Duhok ya nêvdewletî digel kompaniya încon ya koriya başur
îmza kir, rêveberê senterê pêşvebirin û geşepêdanê jî bo war got: Li
meha 5 ya ev sale dê destpêhête kirin.
Temer Remezan ragehand, piştî dan û standin digel hukmeta herêmê û
wezareta gehandinê li hukmeta navendî, razîbûn hat, rêveberiya
firokxaneya încon ya korî şîretkariyê li ser firokxaneya Duhok ya
nîvdewletî biket.
Ji aliyê xwe ve Mistefa Ehmed bo war got: Kompaniya (Dar Al-hendse) ya
lubanî dîzayin bo duristkirînh û li dawiya meha 2 ya ev sale dê bi
dûmahî hêt, diyar kir jî ku sercemê kujmeyê pirojeyî 144 milyar dînarên
îraqîne ji budceya sala borî 6 tinê 6 milyar bo hatbûne terxankirin.
navbirî got: Li pê pilanên berdest çaverêye li meha 5 ya ev sale dest bicihkirina pirojey bihête kirin.
Firokxaneya Duhok çaverêye li ser 12 hezar m2 bihête dirustkirin,
têçûyê dîzaynê gehştbû 5 milyon û 250 hezar dolaran, rêveberê
kompaniya dar Al-hendsh ragehandibû, firokxaneyê dê karîna pêşwazîkirina
500 geştiyaran di êk saet da û milyon geştiyaran di êk sal da hebît.
Diwey parêzgerê Duhokê Temer Remezan pêşwaziya Ça Ok lî rêveberê
giştiyê kompaniya Încon ya korî û şandê di gelda kir û bi 9 milyon û
27 hezar dolaran hevbesta serperştîkirina çêkirina firokxaneya
Duhok ya nîv dewletî digel kompaniya navbirî mor kir.
Di hevdîtinekê da bi amadebûna serokê zankoya Duhok û hejmareka
rêveberên giştiyên dezgayên hukmeta herêmê li parêzgehê behsê
deverê ji rûyê avedanî û aborî û bazirganî ve hate kirin.
Ji layê parêzgerê Duhokê kurtiyek da ser seruberê aboryê parêzgehê û
diyar kir ku senga serekî li ser bazirganî û aboriye ji ber ku
Duhok dikevîte sinorê dewleta Turkiya û dergehê cîhanêye bo hemû
Îraqê û got biryar hatiye dan dergehekê dî di navbera Duhokî û
Turkiya da zêde bibît li wî demî bizava bazirganê dê xurtir lê bihêt û
pêşveçît.
Serokê şandê navbirî bi fermî daxwazî ji parêzgerê Duhokê kir
seredana Koriya başur biket pêxemet baştir têkelbûnê û
xurtirkirina peywendiyan.
Paşî hevbesta serperştîkirina bicihînana firokxaneya Duhok ya nîv
dewletî hate morkirin di navbera parêzgeha Duhokê û kompaniya Încon
ya korî da.
Di daxuyaniyekê da Temer Remezan parêzgerê Duhokê diyar kir ku bo
her karekê giring şîretkar hebin piştî dan û standinên dirêj nêzîkî
salekê digel hukmeta herêma Kurdistanê û wezareta gehandinê ya
hukmeta Îraqa fedral me razîbûn wergirtin ku rêveberiya
firokxaneya încun ya koriya başûr weku şîretkar li ser firokxaneya
Duhok ya nîv dewletî biket bo her kompaniyeka bikevît,
Got jî: Berî nuke me dîzanên firokxaneyê bi rêka kompaniya (Aar
Al-hendse) ya lubnanî duristkirîne û eve dê weku şîretkaribin li
ser wê kompaniya firokxaneyê biceـ dînît û ev kompaniye û firokxane
êk ji firokxaneyên here başe li cîhanê û Koriya başur jî ya
berniyase di vî warî da beyvîne û pêşbînî diken dê karekê baş hête
encam dan.
Li dor destpêkirina firokxaneyê parêzgerê Duhokê got: Bi rastî ew
danustandin yên hene digel ewan xelkê heta nuke maye li wan cihên
ku firokxane dê lêhête danan û dan û standin dê digel hukmeta
herêmê hebin û ta nuke diyar nîne ka kîj kompanê dê bi karê
firokxaneyê rabît û herdemê diyar bû dê dest pêhête kirin û arîşa
xêzanên li cihê firokxaneyê akincî li bere li van nêzîka bi dûmahî
bihêt


1 şîrove: on "Balafirgeha Duhokê meha Gulanê vedibe"
gelek ji naveroka vi xeberi dirist ninin
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...